Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke komara Çek civiya

Komara Çek daxwaza vekirina nuneratiya hikûmeta Kurdistanê li Piragê dike
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke komara Çek a bi Serokatiya Cîgirê wezîrê derve yê vê welatî Martin Smolek kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê komara Çek yê li Hewlêrê tê de beşdar bû, Martin Smolek diyar kir ku vê di demeke nêz de Konsulusxaneya wan li Hewlêrê dîsa dest bi pêdana vîzeyan bi welatiyên Kurdistanê bike.

Smolek herwiha diyar kir ku Komara Çek amadeye daku pêşwaziya vekirina nuneratiya hikûmeta Kurdistanê li Piragê bike û Çek dixwaze ku têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê di her warî de bihêztir bike.

Di berdewamiya civînê de her du alî tekezî li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û komara Çek di her warî de kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî xwesteka Kurdistanê ya bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Komara Çek di her warî de diyar kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.