Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge ya Kurdistanê, îro şandeke wezareta berevanî ya Îraqê serdana wezareta pêşmerge ya li Helwêrê kiriye û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di destpêka civînê de raportên komîteyên meydanî yên pêşmerge û berevaniya Îraqê ya li ser xalên rûpîvê hatine nirxandin û têde bi başî cêyên hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê hatine diyarkirin.
Di berdewamiya civîna han de her du alî tekezî li ser berfiretir kirin û domandina hemahengiyên navbera xwe de kirin û biryar dan daku di demeke nêz de komîteyên bilind yên wezareta pêşmerge û wezareta berevaniya Îraqê bicivin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin