Nunerê taybetî yê NY yê bo karûbarên Yemenê ragihand ku di navbera hikûmeta Yemen û çekdarên husî de lihev hatinek çê bûye li dor vekêşîna li benderê Hudeydeyê.
Nunerê NY yê bo karûbarên Yemenê Martin Griffiths diyar kir ku eger vekêşîn li gor peymana han pêk were vê bandoreke gelek zêde li ser şerê heyî yê li Yemenê bike.
Griffiths eşkere kiriye ku li gor peymanê lazime aliyên çekdar hêzên xwe yên çekdar li bendera Hudeydeyê vekêşin.
Eger ev vekêşîn pêk were ev dibe pêngava yekem ku li gor peymanekê aliyên çekdar hêzên xwe yên çekdar ji deverekê vedikêşin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin