Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja sê şemê li Hewlêrê pêşwaziya Cîgirê Berpirsê têkiliyên Navdewletî yên Komîtya Navendiya Partiya Komunîsta Çînê Li Joum kir.
Di civînê de ku balyozê Çînê yê li Bexdayê û konsulusê Çînê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bûn behsa têkiliyên heyî yên di navbera Kurdistan û Komara Çînê kirin û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han di her warî de kirin.
Di berdewamiya civîna han de Joun diyar kir ku Çîn bi giringî berê xwe dide rola bi bandona Herêma Kurditanê li şerî dijî terorê û şikista DIŞIê. Herwiha bal kişande ser alîkarê û hemahengî tevî Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo ava kirina têkilî yên du alî û afirandina derfetên kar û sermaye razandin li Herêma Kurdistnaê û bi kar anîna ezmûna Çînê li warê revebirina abûrî, xizmetguzarî û teknolojiya.
Serokwezîr Barzanî spasiya piştîvanê û alîkarî yên Çîne ji bo Herêma Kurdistanê kir û pesna rola Balyozxaneya Çînê li Bexdayê û Konsulxaneya vî welatê li Hewlêrê ji bo pêş xistina têkiliyên navbera Herêma Kurditanê û Çînê kir.
Her di vê hevdîtinê de, Partiya Komunîsta Çînê, Nêşîrvan Barzanî ji serdan kirina vî welatî vexwand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin