Civata Wezîrên ya Kurdistanê sersala nû ya Çarşema Sor pîroz dike

daxwaza diyar kirina çarenivîsa êzidiyên wendahî dike
کوردستان TV
100%

 

Civata Wezîrên ya Kurdistanê  roja Sêşem, bi minasebeta hatina cejna sersala nû (çarşema Sor anjî çarşema ser Nîsanê) peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku ev jî tekesta vê ye;

Em ser sala ola Êzidiyan (Çarşema sor) li  hemû Êzidî yên Kurdistanê û dervey welêt pîroz dikin, bi taybetê yên ku di şerê dijî DIŞIê de xizm û hezkirî yên xwe ji destdane. Em hêvîdarin cejneke xweş û aram derbas bikin.

 Îsal cejna Çarşema Sor di demekê de ye ku bi yekcarî dawî bi terorîstên DIŞIê hatiye û hemû cih û dever ji wan hatine paqij kirin.

Em hêvîdarin ku revandî û winda bûyên me yên Êzidî çarenivîsa wan bihê diyar kirin û aştî û aramî û avedanî ji boi hemû deverên Êzidiyan vegere û tawankarên ku tawan li hember Êzidiyan encamdane, bihên sizadan.

Dubara Cejna Çarşema Sor li hemyan pîroz be, bi hêviya vê yekê cejn û bîranîn di rewşeka baştir de rêve biçe.

Civata Wezîrên Kurdistanê

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.