Erbil 38°C Wednesday 07 May 13:16

Iran dibêje Siûdiye tawanbare

dibêje Siûdiye pêşî ji wan koliyan negirtiye
کوردستان TV
100%

Piştî belav bûna pileke gelek mezin ya koliyan li hin parêzgehên Başûrê Îranê, hikûmeta Îranê jî daxuyaniyek weşand.

Hikûmeta Îranê di daxuyaniya han de eşkere kiriye ku destê Erebistana Siûdî di belav bûn û hatina ev pila mezin ya koliyan bo Îranê heye.

Birêveberê nehêştina nexweşiyên çandinî Seyêd Moîn diyar kiriye ku Siûdiye bi awayekî şerfiroşane li hember Îranê tevdigere û rê daye ku ev pila mezin ya koliyan êrîşî ser parêzgehên Başûrê Îranê bikin.

Ji aliyeke din ve hin psporên Îranî jî dibêjin hatine koliyên han bo Îranê nexweşiyeke çandiniyê ye û Siûdiye jî nikare pêşî ji nexweşiya han bigire.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.