Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û tê de diyar kiriye ku parê me weke pêşmerge ji çek û cebelxaneyên artêşa Îraqê de heye.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku weke wezareta pêşmerge daxwaza para xwe ya ji sedî 17 a ji çek û cebelxaneyên di destê artêşa Îraqê de dikin.
Wezareta pêşmerge di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku em jî beşekin ji menzûmeya berevanî ya Îraqê lewre lazime artêşa Îraqê ji çek û cebelxaneyên di destê xwe de sedî 17 parê hêzên pêşmerge jî bide û ew yek di nava destûra Îraqê de jî hatiye diyarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin