Piştî rabûna lehiyê li Îranê bi taybetî li başûrê vê welatî, li ser daxwaza hêzên spaha Qodis ya ser bi spaha pasdaran ya Îranê, hijmarek çekdarên heşda şebî qaşo bo hevkarî kirinê çûne Îranê.
Li gor jêderên nûçeyan ew hêzên han li başûrê Îranê zextan li xelkê dikin û rê nadin xelkê zirar dîtî, daxwazên xwe bigehînin ciyên têkildar.
Ji aliyeke din ve 4 tevgerên nava opozîsyona Îranê daxuyaniyeke hevbeş weşandine û di daxuyaniyê de daxwaz kirine daku hêzên heşda şebî ji Îranê werin derkirin.
Weke tê zanîn ku şêniyên başûrê Îranê bi taybetî wan deverên ku di encama lehiyê de rastî zirarê hatine sune ne û hêzên heşda şebî jî şiî ne, jiber vê yekê şêniyên wan deveran jî ji hebûna wan hêzan dilgiranin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin