Erbil 38°C Wednesday 26 Nov 20:30

Civîna aştiyê ya Efxanistanê hat paşxistin

hîn jî li ser nunerên xwe lihev nekirine
کوردستان TV
100%

Rayedarên Qeterê diyar kirin ku civîna aştî ya di navbera hikûmeta Efxanistan û Talibanê yaku biryar bû roja duhê li Doheyê were lidarxistin hatiye paşxistin.

Li gor rayedarên Qeterê ev civîna han yekem civîna hebveş ya di navbera hikûmeta Efxanistan û çekdarên Talibanê de bû bo aştiyê, lêbelê jiber ku hîn jî hikûmet û çekdarên Talibanê li ser diyar kirina nunerên xwe yên ku beşdariya civînê bikin, lihev nekirine, civîn bo demeke nediyar hatiye paşxistin.

Weke tê zanîn Qeter piştgîriya xwe bo aştiya Efxanistanê diyar kiriye û ragihandiye ku mezûbaniya civînên aştiyê yên Efxanistanê dike.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.