Îro li Hewlêrê akademiya Kurdî merasîmek bo rêz girtin ji Nivîskar û dîrokzanê Kurd yê Xorasanê Kelîmolah Tewhîdî organîze kir.
Di destpêka merasimê de çend peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û pişt re jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û spasiya akademiya Kurdî kir bo organîzekirina merasîma han.
Serokwezîrê Kurdistanê di gotara xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember hatina Mamoste Kelîmolah Tewhîdî bo Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku Hewlêr bi serdana we serfiraze.
Serokwezîrê Kurdistanê rêzdariya xwe ya li hember keda Tewhîdî ya bo xizmet kirin bi çand û wêjeya Kurdî diyar kir û anî ziman ku Kurd û Kurdistanî xudan wêjeyeke gelek zengînin û çendîn berhemên girîng yên wêjeyî yên Kurdî bi tevahiya zaraveyên Kurdî hene jiber vê çendê lazime ciwanên Kurd ev berhemên han bikin çavkanî box we.
Barzanî diyar kir ku em xudan şanaziyeke gelek mezinin ku weke netewa Kurd bi yekgîrtî mane. Ziman nîştimana dudiyan ya me ye lazime em ji ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin.
Barzanî herwiha diyar kir ku nasname, wêje û çanda me bûne sedem ku em li cîhanê de bimînin û werin nasîn û heta ziman, nasname û çana me hebe kes nikare Kurd ji nav bibe.
Serokwezîr di beşeke din ji gotara xwe de behsa rewşa siyasî jî kir û anî ziman ku 6 meh bi ser hilbijartinan de derbas dibe lêbelê hîn jî hin kêşe nehatine çareserkirin lê piştrast bin ku di demeke nêz de ev kêşeyên han têne çareserkirin. Kêşeyên heyî beşekin ji demokrasî û lazime tevahiya aliyan bo çareser kirina kêşeyên han hewl bidin.
Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku lazime tevahiya aliyan bi hevre hewl bo ava kirina Kurdistaneke bihêz bidin.
Barzanî di dawiya gotara xwe de bi minasebeta 121 saliya rojnamegeriya Kurdî jî spasiyên xwe pêşkêşî nivîskar û rojnamevanên Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin