Jiber barîna barana zêde yaku ev 48 seate li derdorê Zaxo û deverê de berdewame, lehiyên gelek mezin li deverê de rabûne.
Di encama rabûna lehiyan li deverê de, ava Xabûrê jî gelek zêde bûye û jiber vê çendê jî deriya Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi awayekî demkî hatiye daxistin.
Di vê derbarê de Birêveberê deriya Sêmalka Şewket Berbiharî ragihand ku jiber zêdebûna ava Dîcleyê û bi awayekî demkî hatûçû li ser pira navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê hatiye daxistin û dema asta avê daket vê prosesa hatûçûyê di navbera her du beşên Kurdistanê de were normalkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin