Êwara roja duşemê li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şandekî li gel kir ku ji hejmarek parlementerên parlementoya Îraqê pêk hatibû.
Di civînê de ku hijmareke rayedarên parlementoyaKurdistanê û PDKê tê de amade bûn, rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî û pêngavên ji bo temamkirina ava kirina hikûmeta nû ya Iraqê giftûgo hate kirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de behsa têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û dirostbûna wê hewaya erêniya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda ya li piştî hilbijartinên Iraqê hatiye holê, bilind hate nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste rêgirî li wan dengan bê kirin ku bi niyeta têkdana wê hewaya erênî, ji ber ku başbûna peywendiyên Herêm û Bexda dibê sedema aramî û geşbûnê li hemû Iraqê da.
Rewşa parêzgeha Nînowa û rewş û guzeriya xelkê wê parêzgehê û birêvebirina Musilê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li ser zêdetir kirina hewlên ji bo vegerandina xizmetguzarî û aramî û bexteweriyê ji bo hemwelatiyên parêzgeha Musilê kirin û eve jî dûpatkirin ku pêwîste xelk û pêkhatên parêzgeha Nînowa beşdarî li birêvebirina wê parêzgehê da bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin