Erbil 38°C Wednesday 07 May 13:12

Amerîka: Emê demê dirêj nekin

dibêje ewin ku berdewam bin vê werin cezakirin
کوردستان TV
100%

Koşka Spî derbarê ev dema ku bo wan 8 welatên ku beriya niha di dema diyar kirina dorpêçan bo ser Îranê de, ji wan re hatibû gotin ku dikarin heta meha Gulanê petrol û berhemên petrolê ji Îranê dabîn bikin, daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku ev dema han bi ti awayî nayê dirêjkirin.

Di daxuyaniya koşka spî de behsa vê yekê hatiye kirin ku di destpêka meha Gulanê de dema diyar kirî bi dawî dibe û Amerîka ev dema han dirêj nake jiber ku Amerîka dixwaze hinarde kirina petrola Îranê bo derve bi yek carî rawestîne.

Di dawiya daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku ev kesên ku piştî vê biryarê bazirganiya xwe ya li gel Îranê bidomînin vê werin cezakirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.