îro şandeke hêzên hevpeymaniya cîhanî û nunerên Brîtanya, Îtalya, Almanya li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiya.
Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, di civînê de behsa projeyên pêkanîna reforman di nava wezareta pêşmerge de hatiye kirin û çend projeyên ku bo vê mebestê hatine amadekirin hatine nirxandin û bi nêrîn û ramanên din hatine zengîntir kirin.
Her di heman civînê de biryar hatiye dayîn daku di wan çend rojan de bo pejrandinê projeyên han radestî wezaretê werin kirin û piştî pejrandinê, vê projeyên han werin cîhibicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin