Li devera Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek di encama êrîşa pasdarên Îranê de hat kuştin.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duh êvarê li nêzîkî bajarê Serdeştê û li ser sînorê Rojhilat û Başûr, komek kolber rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.
Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberek bi navê Zahir Derang (35 salî) hat kuştin.
Ew kolberê ku hatiye kuştin, xelkê bajarê Serdeştê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin