Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî kir.
Di civînê de ku Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd jî têde beşdar bû, behsa rewşa siyasî ya Îraqê pêşhatên dawî yên li deverê û rewşa meydaniya parêzgeha Mûsilê hate kirin.
Her di heman civînê de her du aliyan tekezî li ser hemahengî û hevkariya zêdetir ya di navbera her du aliyan de a bo avedan kirina deverên zirar dîtî yên di şerê dijî DIŞIê de kirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa rewşa penaberên Îraqî yên di navba kempên Kurdistanê de hate kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime hikûmeta Îraqê, hikûmeta Kurdistanê û civaka cîhanî bihevre hewl bidin daku derfeteke baş bo vegera wan penaberan biafirênin.
Giftûgo kirin li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din ya civîna han bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin