Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 02:34

Mesrûr Barzanî û William Roebuck civiyan

behsa pêşhatên siyasî û leşkerî yên li deverê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê hevpeymaniya cîhanî a li dijî DIŞIê William Roebuck û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa pêşhatên dawî yên I Îraq, Kurdistan û deverê de û herwiha şerêdijî DIŞIê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî nêrînên xwe yên li dor berdewamiya lêv û tevgerên DIŞIê li hin deverên Îraqê diyar kir û tekez li ser girîngiya çarser kirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Krudistanê kir û ragihand ku lazime bilez derfetên lazim bo normal kirina rewşa wan deveran werin afirandin.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de hebsa rewşa baş yaku di têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de çê bûye kir û anî ziman ku ev rewşa han ya baş dibe hevkar bo avêtina pêngavên pêwîst yên bo çareser kirina tevahiya kêşeyên helwastî yên ku bandora wan li ser aramiyê dibe.

Di beşeke din ya civînê de Cîgirê nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê hevpeymaniya cîhanî William Roebuck piştîwaniya Amerîkayê bo hêzên pêşmerge diyar kir û anî ziman ku hemahengiya nabera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî dibe sedem ku pêşiya lêv û tevgerên DIŞIê were girtin.

Di beşeke din ya civînê de behsa giftûgoyên navbera wezareta pêşmerge û wezareta berevanî ya Îraqê û qonaxên şerê dijî DIŞIê li Sûriyeyê hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.