Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 02:34

Îro nexweşxaneya pêşmerge tê radest kirin

ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve hatiye çê kirin
کوردستان TV
100%

Biryare îro çarşem bi merasîmeke fermî nexweşxaneya taybet ya hêzên pêşmerge yaku ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve di çarçoveya hevkarî kirina hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de hatiye avakirin, radestî hêzên pêşemrge were kirin.

Di vê derbarê de birêveberê îdarî yê nexweşxaneya Pêşmerge Refet Mizûrî diyar kir ku vê îro çarşem nexweşxane bi fermî ji wezareta pêşemrge re were radestkirin.

Mizûrî diyar kir ku ji niha pêve tevahiya pêşmergeyên nexweş û birîndar vê li vê nexweşxaneyê werin çareserkirin.

Weke tê zanîn ev nexweşxane li ser rûbera hezar metre ducar hatiye çêkirin û 5 miliyon dolar bo çê kirinê ji aliyê Almanyayê ve hatiye dabînkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.