Duhê êwarê li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Cîgirê nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên dijî DIŞIê William Roebuck kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa têkiliyên du alî, qurbanîdana hêzên pêşmerge û gelê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DIŞIê de, berdewam kirina perwerde kirina hêzên pêşmerge ji aliyê hevpeymanan ve û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya deverê, çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê, prosesa siyasiya Îraqê, rewşa siyasiya Sûriyeyê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî çend mijarên din yên vê civînê bûn ku her du alî li ser wan mijaran jî ramanên xwe diyar kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin