Erbil 38°C Wednesday 26 Nov 22:17

Li Siûdiyeyê 37 kes hatine darvekirin

xwestine tevgereke terorîstî ava bikin
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Siûdiyeyê duhê li şeş bajarên wî welatî 37 kes bi biryara dadgehê hatine darvekirin.

Li gor ajansa Siûdî ev 37 kesên ku hatine îdamkirin ji aliyê dadgehê ve bi tawana hewldan bo ava kirina tevgereke terorîstî û pêkanîna kiriyarên terorîstî hatine mehkûmkirin.

Ev kesên ku ji aliyê dadgehê ve hatine mehkûmkirin li bajarên Riyaz, Meke, Medîne, Şerqiye, Qasim û Esîr li ber çavên xelkê hatine darvekirin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.