Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 02:35

Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Kongrêsa Amarîkayê rewşa deverê dinirxîne

behsa rewşa siyasiya Kurdistan û deverê kirin
نێچیرڤان بارزانی و شاندێكی كۆنگرێسی ئه‌مه‌ریكا دۆخى كوردستان و ناوچه‌كه‌یان تاوتوێ كرد
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeyeke kongrêsa Amerîkayê kir û di hevdîtinekê de behsa rewşa siyasî û asayişa deverê, rewşa koçberên destê terorê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê kirin.

Di civînê de şandeya kongrêsa Amerîkayê piştîvaniya xwe ji bo Kurdistanê û pêşketinên Kurdistanê nîşanda  û rola Hikûmeta Herêmê û Pêşmerge li şerê dijî terorê û  vehewandina koçber û penaberan giring nirxand û pêdagirî li ser dostîniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Serowezîr daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistan tikilî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê tevî Amerîkayê bi awayekê pitir nîşanda û spasiya alîkarî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DIŞlê kir û berhev bûna Herêma Kirdistanê jî bo berhingar bûna terorê  nîşanda.

Barzanî kûrtiyêk derbarê pêşketinên rewşa abûriya Herêma Kurdistanê û çareser kirina qeyranên salên borî xiste berçav û daxwaz ji welatên dost kir ku li Kurdistanê weber anînê bikin û ji bo bi ciha anîna reforman alîkariya hikûmetê bikin.

Li dawiyê jî behsa avedan kirina deverên rizgarkirî, vegeryana koçberan bo deverên xwe, têkilî yên navbera Hewlêr û bexdayê û çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.