Sûriye: Tirkiye çekên bijehr daye cîhadiyan

dibêje belge di destê me de hene
کوردستان TV
100%

Nunerê taybetî yê Sûriyeyê yê li netewên yekgirtî, Beşar Ceferî piştî civîna 12mîn ya Astanayê di presskonferansekê de derbarê Tirkiyeyê de zaniyariyên metirsîdar eşkere kir.

Beşar Ceferî diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê bi hezaran rokêtên jehrî daye cîhadiyên li Îdlibê daku li dijî xelkê sivîl û artêşa Sûriyeyê bikar bînin û pişt re jî bêjin rejîma Esed ev êrîşa han pêk aniye.

Ceferî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku zaniyariyên di destê wan de yên li ser vê yekê ji cîhên bawermend hatine bidestxistin û çend raportên din yên îstîxbaratî jî di destê me de hene ku ev yek piştrast dikin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.