Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 04:58

Nêçîrvan Barzanî: Lazime kêşeyên heyî bi diyalog û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin

civîna îro yekem civîna berfire di navbera her du aliyan deye
کوردستان TV
100%

Îro şandeke bilind ya hikûmeta Îraqê bi mebesta gitûgo kirin li ser kêşeyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îraqê de serdana Hewlêrê kir.

Di civînê de ku her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê cvata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hijmareke zêde wezîrên hikûmeta Îraqê û Kurdistanê jî têde beşdarin vê behsa çend mijarên sereke yên weke kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çawetiya çareserkirina kêşeyên han were kirin.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku lidarxistina civîneke bi wî rengî cihê dilxweşiyê ye û ew tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê li gor destûra Iraqê dikin û got: “Lidarxistina civîna aborî ya hikûmeta Iraqê nîşan dide ku baweriya her du aliyan bi diyalog û hevfamkirinê heye bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku girîng e ku çarçoveyek hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hebe û got  ew dê hewl bidin li ser pirsgirêkên petrolê û deverên Kurdistanê yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bigihên rêkeftinê.

Barzanî anî ziman ku lazime pergala fedralî li Îraqê bi temamî were cîhbicîhkirin û lazime ev qanûnên ku li berdem cîhbicîh kirina fedraliyê astengên werin guhertin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.