Şêwirmendê civata ewlekariya Amerîkayê John Bolton duhê bi şev bersifa gotinên wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf da û got: Îran hîn jî bo ser tevahiya cîhanê gefe.
John Bolton diyar kir ku Îran hîn jî li ser armanc û mebestên xwe yên bo çê kirina çekên etomî berdewame û ti gomaneke me tuneye ku Îran gefe bo ser deverê û tevahiya cîhanê.
Bolton aniye ziman ku Îran li gel ku gefe bo ser cîhanê, li ser çevsandina gelê xwe jî berdewame.
Bolton diyar kiriye ku jiber wan sedeman Amerîka dest bi hewldanan kiriye daku Îran nikaribe armancên xwe bidest bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin