Li gor daxuyaniyeke qayîmiqamiya qezaya navendî ya Hewlêrê duhê sê şemê, hêzên ser bi qayîmiqamiyê di operasiyonekê de karîne 9 navendên firotina derman û pêdiviyên nûjdariyê dabixin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di dema operasiyonê de hêzên wan cerbandin bo şert û mercên wan navendan kirine lêbelê ev navendên han di cerbandinê de derneçûne û herwiha tiştên ku firotine jî di warê kontrol kirina kiwalitiyê de xudan kiwalitiyeke nebaş bûne, lewre biryar hatiye dayîn daku ev navendên han werin daxistin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku di nava wan navendan de jî dermanên qaçax hatine firotin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin