Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 04:58

Balefirên Tirkiyeyê derdorê Amêdiyê bordiman kirin

derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê de, îro careke din balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê çiyayê Metîn ya li Amêdiyê bordiman kirin.

Jêderên taybetî diyar kirin ku bordimana îro gelek berfire bûye û demeke dirêj dom kiriye.

Heta niha derbarê zirar û ziyanên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn ku duhê jî balefirên şer yên Tirkiyeyê mizgeftek li vê deverê bordiman kiribûn û di encam de mizgeft hatibû wêrankirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.