Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 04:58

DXB: Jiber pkkê em nikarin hevkarî bigehînin Şingalê

berpirsekî dezgehê yê li Şingalê hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê dezgeha xêrxwaziya Barzanî daxuyaniyek weşand û behsa vê yekê kir ku endamên PKKê yên li Şingalê rê nadin DXB daku hevkarî pêşkêşî Êzidiyên deverê bike.

DXB di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê kiriye ku roja 28ê meha Nîsanê, dema tîmên ser bi DXB xwestine hevkarî li deverê li ser xelk dabeş bikin endamên pkkê êrîşî ser wan kirine û berpirsê nivîsîngeha DXB ya li Şingalê binçav kirine û heta niha jî di destê wan de girtiye.

DXB di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa vê yekê jî kiriye ku ev çend care dixwazên hevkarî pêşkêşî aware û koçberên Êzidî yên li Şingalê bikin lê belê endamên pkkê rê nadin wan û gefan li wan dikin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye gotin ku jiber gefên pkkê, saziyên medenî û yên xwebexiş nikarin li deverê kar bikin û ewlekariya tîmên ser bi DXB yên li deverê de jî di metirsiyê deye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.