Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 07:07

Iraqê pêşmergeyekî Rojhilatî teslîmî Îranê kir

li Kerkûkê ji aliyê Efserên Îranî ve lêpirsîn jê hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Welatiyekî Rojhilatî, ku heyamekî pêşmergeyê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK-Rojhilat) bû, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve teslîmî Îranê hat kirin.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, hikûmeta Iraqê roja 26 Nîsana îsal, welatiyekî kurd yê Rojhilatî bi navê Kemal Salihî (44 salî) teslîmî Îranê kiribû.

Li gorî agahiyên Hengawê, ew kurdê Rojhilatî, çend meh berê li devera Pirdê ya Kerkûkê ji PAKê veqetiyabû û teslîmî hêzên Iraqî yên li Kerkûkê bibû. Li wir 3 mehan di girtîgehê de mabû. Di nav wan sê mehan de 3 caran ji aliyê efserên Îranî ve rastî lêpirsînê hatibû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.