Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 07:05

Çekdarên heşda şebî du kasibkarên Kurd qetil kirin

beriya du hefteyê li Şinoyê hatine bicîhkirin
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke navenda Hengaw bo mafên mirov, duhê li devera Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê çekdarên heşda şebî du kasibkarên Kurd qetil kirine.

Hengawê diyar kiriye ku du hefteye ku çekdarên heşda şebî ji aliyê rejîma Îranê ve li Şinoyê hatine bicîhkirin.

Ev çekdarên han duhê li devera Çil Aşan ya ser bi Şinoyê gole li ser kasibkarên Kurd reşandine û di encam de du kasibkarên Kurd bi navê Reûf Xalêdnejad û Nimet Seatpûr qetil kirine.

Li gor zaniyariyan hijmara çekdarên heşda şebî yên ku li Şinoyê hatine bicîhkirin zêdetir ji 60 çekdare.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.