Qaîmiqamê Şingalê diyar kir ku prosesa heldan û kolandina gorên bikomî yên li Şingalê didome û heta niha aliyên têkildar karîne hijmareke zêde cenazeyên welatiyan ji nava wan goran derbixin.
Li gor daxuyaniya Qaîmiqamê Şingalê Mehma Xelîl, heta niha cenazeyên 137 welatiyên Êzidî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatine kuştin û di nava wan goran de hatine veşartin, hatine derxistin.
Xelîl diyar kir ev cenazeyên ku hatine derxistin vê bo pişkinînên nûjdariyê bo Bexdayê werin şandin û pişt re jî bo Hewlêrê werin veguhastin û li Hewlêrê jî radestî kesûkarên wan û aliyên têkildar werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin