Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 07:08

Li Zaxoyê 5 Xwendekar birîndar bûn

li ser rêya Îbrahîm Xelîl qewmiye
کوردستان TV
100%

Îro li bajarê Zaxoyê di encama wergerana pasek 5 xwendekarên zanîngeha polîteknîka Zaxoyê birîndar bûn.

Li gor jêderên taybetî ev xwendekarên han îro xwestine bi komî biçin seyranê lêbelê di rê de pasa ku xwendekar têde bûne wergeriyaye û di encam de 5 xwendekar birîndar bûne.

Bûyer li ser rêya Îbrahîm Xelîl qewmiye û birîndar jî bo derman kirinê bo nexweşxaneya Zaxoyê hatine veguhastin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.