Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 07:08

Di nava 20 rojan de 25 tawanbar hatine girtin

bo tevahiya wan biryara girtinê hatibû derkirin
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîsê Silêmanî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku di nava 20 rojan de ji 15 meha nîsanê heta 5ê meha gulanê hêzên wan karîne 25 kes ku ji aliyê dadgehê ve tawanbariya wan hatiye îsbatkirin biçav bikin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku beşek ji wan girtiyan jiber baziganî kirin bi madeyên huşber û beşeke din jî jiber dizîn û tawanên din hatine girtin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di dema girtina wan tawanbaran de çek, kêr û madeyên huşber jî li cem wan bûne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.