Îro li Hewlêrê di çarçoveya civînên hevebeş yên di navbera wezareta pêşmerge û hêzên hevpeymanan de, civîneke din bi beşdariya berpirsên wezareta pêşmerge û nunerên hêzên hevpeymanan hate lidarixstin.
Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa ewlekarî û leşkerî ya deverê, behsa projeyên reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin û her du alî bi îsrarbûna xwe li ser cîhbicîh kirina projeyên han diyar kirin.
Her di heman civînê de biryar hate dayîn daku di meha temûzê de jî civîneke bilind bo giftûgo kirin li ser bernameya reforman ya di nava wezareta pêşmerge de were lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin