Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 07:08

Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê Îmaratê civiyan

civîn duhê li Hewlêrê pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhê li Hewlêrê pêşwaziya Konsulusê nû yê Îmartaê yê li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd Zahêrî kir.

Serokwezîr bi pîrozbahî kirina dest bi kar bûna kosulê nû yê Îmaratê, hêviya serketinê jê re xwest û piştîvaniya saziyên hikûmetê ji bo kar û çalakî yên wî nîşanda  û herwiha kûrtiyek derbarê şerê DIŞIê û hatina hijmareka zêde ya penaber û koçberan, têkilî yên navbare Hewlêr û Bexdayê û dawîn hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xiste berçav.

Serokwezîr Barzanî daxwza Herêma Kurdistanê ji bo berfireh kirina tekilî yên Herêma Kurdistanê tevî Îmaratê li hemû waran nîşanda, bi taybetî ku derfetên kar ji bo sermayedar û kompaniya yên biyanî li Herêma Kurdistanê heye, herwiha spasiya alîkarî yên mirovî yên Îmaratê ji bo koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir.

Kosulê Îmaratê silav û rêzên rêveberiya welatê xwe bi Serokwezîr Barzanê ragehand û behsa kar û çelengî yên xwe, pitir bi hêz kirina têkilî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê li hemû waran kir û piştîvaniya sazî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kar û çalakî yên xwe û alîkarî yên mirovî yên welatê xwe ji bo koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.