Di çarçoveya êrîşên asmanî yên balefirên şer yên Tirkiyeyê de bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê bi hinceta hebûna endamên PKKê, duhê êwarê careke din geliya Balinda li devera Amêdiyê hate bordimankirin.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê ragihand ku duhê êwarê balefirên şer yên Tirkiyeyê bi tundî geliyê Balinda û derdorê bordiman kirine.
Derbarê zirar û ziyanên vê bordimanê de heta niha ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Weke tê zanîn ev çend hefteye her roj artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê deverên sînorî yên Kurdistanê bordiman dikin û di encama wan bordmanan de zirareke mezin gehêştiye jîngeha deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin