Erbil 38°C Tuesday 06 May 00:31

Welatên Rojavayî huşdarî didin Îranê

dibêjin vê em jî dorpêç li ser Îranê deynin
کوردستان TV
100%

Piştî ku Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku du meh dem bo welatên Ewrûpî bo parastina berejwendiyên Îranê yên ku di çarçoveya rêkeftina etomî de hatine diyarkirine, diyar kirine û eger ew berejwendî neyên parastin vê Îran Uraniyuma xwe zengîn bike, wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê û herwiha wezîrê berevanî yê Franseyê huşdariyên tund dane Îranê.

Ew wezîrên welatên Rojavayî diyar kirin ku tê payîn hîn jî Îran xudan karînên veşartî be bo çê kirina çekên etomî,  jiber vê çendê eger Îran rêkeftinê binpê bike û dest bi zengîn kirina Uraniyumê bike vê demê welatên Ewrûpî dorpêçên gelek dijwar li ser Îranê jî deynin.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.