Li gor jêderên nûçeyan yên Îranê jiber agir berbûnê di nava bazareke dîrokî ya feriş (mafûr) firotinê ya li bajarê Tewrêzê de 29 kes birîndar bûne.
Jêderên Îranî behsa vê yekê kirine ku jiber sedemeke nediyar agir bi bazarê dîrokî yê Tewrêzê ketiye û di encam de 29 kes ku 19 ji wan endamên hêzên hawarhatinê ne birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama bûyera agirberbûnê de zirar gehêştiye 100 dikanên nava bazarê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin