Artêşa rejîmê gundeke din xiste destê xwe

di nava 12 rojan de 9 gund kontrol kiriye
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya zêdetir bûna şer û pevçûnên navbera hêzên ser bi Qaîde û hêzên rejîmê de, hêzên rejîmê karîn ku gundeke din ji destê çekdarên Qaîdeyê derbixin.

Li gor çapemeniya leşkerî ya rejîmê, duhê di navbera hêzên rejîm û çekdarên Qaîdeyê de pevçûn qewmiye û di encama şer û pevçûnan de hêzên ser bi rejîmê karîne Mîdan Xezal ji destê çekdarên ser bi Qaîdeyê derbixin û kontorl bikin.

Di encama şer û pevçûnên ku di dawiya meha çaran de li deverê destpê kiriye heta niha hêzên rejîmê karîne 9 gund ji destê çekdarên ser bi qaîdeyê kontrol bikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.