Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 08:58

Serok Barzanî pêşwaziya malbata Wekîl Mistefayev kir

malbeta rehmetî spasiya Serok Barzanî kir
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok barzanî pêşwaziya malbat û kesukarên siyasetmedar û Serokkomarê Kurdistana Sor rehmetî Wekîl Mistefayev kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Wekîl Mistefayev serxweşî û hevxemiya xwe bi malbat û kesukarên xwedê jêrazî gihand. Serok Barzanî Wekîl Mistefayev bi têkoşerekî mezinê Kurd û xudan helwest da zanîn û ragihand ku her kesek xizmeta gelê xwe kiribê û di nav dilê mîlletê xwe de be, ew herdem bi nemirî dimîne.

Her di vê hevdîtinê de malbata Wekîl Mistefayev spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ji bo pêşwazîkirin û girîngîdana xwedê jêrazî û her wiha bi ax spartina termê Mistefayev li Kurdistanê, ku axa wê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Her wiha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bi cihê hêvî ya ji bo hemû Kurdên cîhanê wesif kir.

Di beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê mala hemû Kurdeke û ev welat bi xwîna şehîdan dirust bûye û bi xwîna şehîdan jî tê parastin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.