Serok Barzanî pêşwaziya şanda kilîseya Rojhilat a Aşûrî li cîhanê kir.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda kilîseya Rojhilat a Aşûrî li Cîhanê ya bi serokayetiya Patriyarkê Mar Gurgîsê Sêyem Silêwe, Patriyarkê Dêra Rojhilata Aşûrî li Cîhanê û hejmarek ji metranên Dêra Rojhilata Aşûrî li welatên Amerîka, Kanada, Ewrûpa, Awustraliya, Newzlanda, Hindîstan, Îran, Iraq, Sûriye û Libnanê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û cîhanê û gefa hizra tundiyê û terora li ser asayîşa cîhanê û paşaroja mirovayetiyê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser karkirina hemû aliyek ya ji bo kûrkirina birayetî û mirovayetiya li asta cîhanê û li navbera olan de kirin.
Di beşeke din ya vê civînê de çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê bilind nirxandin û şanda mîhvan spasî Serok Barzanî kirin ku roleke mezin li parastina pêkhatan û pêşxistina birayetî û pêkvejiyanê da heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin