Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî çekdarên ser bi rejîma Îranê yên li dijî kolberên Kurd didomin û rojane êrîşî kolberan tê kirin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku di nava rojên derbasbûyî de di encama êrîşa çekdarên rejîmê de du kolberên Kurd li Serdeşt û Hewramanê birîndar bûne.
Jêder eşkere kirine ku beriya çend rojan çekdarên ser bi rejîma Îranê li Serdeşt û Hewramanê êrîşî ser kolberên Kurd kirine û di encam de du kolber birîndar bûne û çend kolber jî ji çiyayan ketine xwarê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin