Erbil 38°C Thursday 27 Nov 03:57

Çekdarên Husî ji Hudeyde vedikêşin

duhê proses destpê kiriye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan, duhê çekdarên husî di çarçoveya lihev kirina ku beriya du mehan li gel hikûmeta Yemenê bi çavdêriya Netewên Yekigirtî îmze kiribû, dest bi vekêşînê ji bendera Hudeyde ya li başûrê Yemenê kirine.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê kirine ku çekdarên husî duhê bi fermî dest bi vekêşînê kirine.

Ji aliyeke din ve jî nunerê taybetî yên Netewên Yekgirtî bo karûbarên Yemenê Michael Lollesgaard diyar kiriye ku vê NY ji nêzve çavdêriya prosesa vêkêşînê bike.

Hikûmeta Yemenê jî prosesa vekêşînê red dike û dibêje ev tişta ku husî behsa vê dikin tişteke cêyê pêkenînê ye.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.