Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 11:14

Jiber şerê navbera PKK û Tirkiyeyê ciwanekî Kurd canê xwe ji dest da

duhê bişev birîndar bibû
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî li deverê, duhê êwarê jiber şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKK û artêş Tirkiyeyê li nêzî çiyayê Garê, ciwanekî Kurd birîndar bûye.

Îro danê sibê kasûkarên vî ragihandin ku piştî duhê bi şev Lazim Elî Pindiroyî jiber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de li çiyayê birîndar bibû, îro canê xwe ji dest daye.

Malbeta vî diyar kir ku duhê bişev nikarîne biçin hawara korê xwe jiber şer û pevçûnan, lê îro danê sibê dema çûne deverê dîtine ku korê wan jiber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.