Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Kerkûkê ragihand ku îro danê sibê terorîstên DIŞIê li devera Sos ya ser bi bajarokê Riyazê ya li Kerkûkê êrîşî ser hêzên polîs yên Îraqê kirine.
Li gor zaniyariyên peyamnêrê me, di êrîşê de herî kêm 2 polîsên Îraqî hatine kuştin.
Herwiha hate zanîn ku duhê bi şev jî li devera Dubizê DIŞI êrîşî ser hêzên Îraqî kiriye û 4 kes kuştiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin