Daxwaza agirbestê li Bakûrê Sûriyeyê tê kirin

dibijên heta niha 18 nexweşxane hatine wêrankirin
کوردستان TV
100%

Ev demeke ku şer û pevçûnên navbera hêzên rejîmê û cîhadiyên li derdorê Hema û Idlibê dijwartir bûne û jiber wan pevçûnan jî rewşa deverê gelek aloz bûye.

Cîhadiyên ku Tirkiye alîkariya wan dikir û niha Tirkiye pişt li wan kiriye, êrîşên xwe yên bo ser hêzên rejîmê li gundeveran Hema û Îdlibê didomînên û hêzên rejîma Sûriye û Rûsyeyê jî êrîşên xwe yên beruvaj zêdetir kirine.

Saziyên hevkarî kirinê yên li deverê diyar kirine ku heta niha nêzî 200 hezar kesan ji warên xwe koç kirine û rewşa wan gelek aloze û pêdiviya wan ya bi hevkariyên lezgîn heye.

Saziyên alîkarî kirinê behsa vê yekê dikin ku jiber şer û pevçûnan heta niha 16 sazî dawî bi kar û çalakiyên xwe yên hevkarî kirine anîne û jibo ku ev bikaribên alîkariya xelkê bikin lazime şer were rawestandin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.