Piştî dîtina çend gorên bikomî li parêzgeha Musenayê, duhê şandeke wezareta karûbarên şehîd û enfal kiriyan ya hikûmeta Kurdistanê serdana parêzgeha Musenayê kir.
Şanda hikûmeta Kurdistanê li gel parêzgarê Musenayê civiya û piştî civînê de her du alî di presskonferansekê de behsa vê yekê kirin ku armanc ji serdana han, giftûgo kirin lid or hewldanên heyî yên bo dîtin û koladina gorên bikomiye ku li vê parêzgehê hatine dîtin.
Her di heman presskonferansê de parêzgarê Musenayê eşkere kir ku li ser fermana Serok Barzanî emê hewldanên xwe yên bo dîtin û kolandina tevahiya gorên bikomî zêdetir dikin û hikûmeta Kurdistanê jî piştgîriya me dike.
Weke tê zanîn ku di naverasa meha derbasbûyî de li parêzgeha Musenayê çend gorên bikomî hatibûn dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin