Erbil 38°C Thursday 27 Nov 06:36

Amerîka: Me dest bi tetbîqatên şer kir

tetbîqatên leşkerî li Kendavên destpê kirine
کوردستان TV
100%

Fermandariya giştî ya hêzên deryayî yên Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa amadekariyên xwe yên bo şerê li gel Îranê kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku piştî bicîh bûna keştiya şer ya Abraham Lincoln li deverê, roja 21ê meha gulanê, balefirên şer û tevahiya hêzên deryayî yên Amerîkî yên di vê keştiyê de dest bi tetbîqatên şer kirine.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku armanc ji tetbîqata han xwe amade kirine bo şer û nîşandana amadeyiya Amerîkayê ya bo bersifdana bileze li hember her core êrîşeke Îranê.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.