Di çalakiyên HRE’yê yên dawîn de li Şera û Şêrawa 9 çete hatin kuştin û herî kêm 5 çete jî birîndar bûn. Herwiha şervanên HRE’yê hejmareke çekên çeteyan jî desteser kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên di 19 û 20 Gulanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate ragihandin ku li navçeyên Şera û Şêrawa li hember çeteyên artêşa Tirk 2 çalakî hatine lidarxistin û di wan çalakiyan de 9 çete hatine kuştin û herî kêm 5 çete jî birîndar bûne. HRE’yê diyar kir ku wan hejmareke çekan jî desteser kiriye.
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin