Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 13:25

Mesrûr Barzanî û Konsulusê Amerîkayê civiyan

Amerîka piştgîriya xwe bo Kurdistanê didomîne
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin kir.

Di civînê de behsa rewşa dawî ya deverê, hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hate kirin û her du alî balkêşandine ser têkiliyên navbera Kurdistanê Amerîkayê.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Steven Fagin li ser çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê û pêşhatên dawî yên li deverê jî nirxandin.

Di beşeke din ya vê civînê de Fagin piştgîriya welatê xwe bo bernameya reforman ya Kurdistanê û bihêztir kirina têkiliyên du alî û aramiya deverê diyar kir.

Rewşa niha ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û hemahengiya navbera Kurdistan, Îraq û hevpeymanan çend mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.