Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 13:24

Pêşmerge bi ti awayî li sînorên Kerkûkê navekêşe

dibêje dema vegera pêşmerge bo deverên Kurdistanî nêz bûye
کوردستان TV
100%

Piştî ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ragihandibû ku lazime hêzên pêşmerge ji sînorên Kerkûkê vekêşin, îro Fermandarê hêzên Pêşmerge Cemal Emînkî ragihand ku daxuyaniyên Rakan Cibûrî ti buhayeke wan tuneye û kes jî guhê li vî nagire.

Cemal Emînkî diyar kir ku hêzên pêşmerge bi fermana Cibûrî neçûne deverê daku bi fermana vî ji deverê vekêşin û bi ti awayî hêzên pêşmerge ji sînorên parêzgeha Kerkûkê navekêşin.

Emînkî tekez li ser vê yekê kiriye ku Cibûrî niha ji her demeke din baştir dizane ku dema vegera hêzên pêşmerge bo Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî nêz bûye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.